Daxuyaniya nû ya Amerîkayê li ser êrîşên Îranê!

Daxuyaniya nû ya Amerîkayê li ser êrîşên Îranê!

PeyamaKurd - Dîrektora Îstixbarata Neteweyî ya Amerîkayê Avril Haines got ku milîsên ku Îran piştgirîya wan dike bi piranî êrîşên xwe yên li ser leşkerên wan rawestandiye.

Haines, di rûniştina "Gefên Cîhanê" ya Komîteya Karûbarên Çekdar a Senatoya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de ji senatoran re agahî da. Wî bal kişand ser vê yekê ku Hûsiyên Yemenê, ku meha borî niyeta xwe ya zêdekirina êrîşên xwe û berfirehkirina kiryarên xwe ber bi Okyanûsa Hindê ve ragihandin, ji hefteya borî ve hema hema her roj dest bi êrişên deryayî kirine.

Ji aliyê din ve Haines diyar kir ku komên milîs ên girêdayî Îranê li herêmê plansaziya êrîşan li dijî hêzên DYAyê didomînin û got, “Lê belê bi giranî êrîşên bi vî rengî rawestiyane, helbet ne diyar e ku ev rawestgeh dê heta kengî bidome. "

Haines amaje bi wê yekê kir ku rewşa Xezzeyê nimûneyeke berçav e ku şer û pevçûnên navçeyî dikarin bandoreke cîhanî bike û tekez kir, ku cîhan di 7 mehên dawî de rastî paradîgmayên nû yên ewlehiyê û kêşeyên mirovî hatiye.