Di çalakiyên 1ê Gulanê de dozger xwest ku dadgeh 52 kesan bişîne zîndanê

Di çalakiyên 1ê Gulanê de dozger xwest ku dadgeh 52 kesan bişîne zîndanê

PeyamaKurd – Serdozgeriya bajarê Îstenbolê ragihand ku di 1ê Gulanê cejna karker û xebatkaran de kesên di meşê de li dijî hêzên asayîşê îhlala qanûnan kirine, ji dadgehê xwest ku ji 65 binçavkiriyan 52 kesan bişîne zîndanê.

Di pîrozkirina 1ê Gulanê de gelek xwepêşandêr li dijî polîsan bi tundî tevgeriyan, xwestin li taxa Taksîmê çalakiyan bikin, barîkatên polîsan ji ortê rakin û li polîsan xistin.

Tevî biryara dadgeha destûrê ya Ankara, qedexeya pîrozkirina 1ê Gulanê ya li Taksimê li dijî qanûnan ragihandibû jî, rêvebiriya Îstenbolê li dijî biryara dadgehê tevdigere.

52 kesên ku hêzên asayîşê wan şandiye dadgehê, bi tewana ‘tevgera li dijî qanûna meşê’, ‘kirina propogandeya rêxistina terorê’, ‘berxwedana li hemberê wezîfedarên dewletê’ tên tewankirin.