DYAyê bang li rêveberiya El-Colanî dike: "Cîhadîstan rawestîne"!

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê DYAyê Marco Rubio bang li rêveberiya Şamê kir û got, "Ger rayedarên Şamê dixwazin şansê bidestxistina Sûriyeyek yekgirtî, berfireh û aştiyane ya ji destê DAIŞ û Îranê dûr biparêzin, divê ew hêzên xwe yên ewlehiyê bi kar bînin da ku bi rêgirtina li DAIŞ û cîhadîstên din ên tundrew ku bikevin herêmê û komkujiyan bikin, vê karesatê bi dawî bikin. Û divê ew hemû kesên ku sûcên wehşetê kirine, tevî yên di nav refên xwe de, berpirsiyar bigirin û bînin ber dadgehê."
Rubio di postek li ser hesabê xwe yê Xè de li ser rewşa başûrê Sûriyeyê şîrove kir.
Rubio tekez kir ku pêwîstiya bidawîkirina komkujiyên ku mirovên bêguneh hedef digirin heye û diyar kir ku divê rêveberiya Sûriyeyê "hemû kesên ku sûcên wehşet kirine, tevî yên di nav refên xwe de, berpirsiyar bigire û bîne ber dadgehê."