DYAyê ji ber egera li Refahê bi kar bîne arastekirina teqemenî ya ji Îsraîlê re rawestand

DYAyê ji ber egera li Refahê bi kar bîne arastekirina teqemenî ya ji Îsraîlê re rawestand

PeyamaKurd - Rayedarekî payebilind ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku ji ber egera di hêrişa li dijî Refahê bi kar bîne, arastekirina teqemenî ya ji bo Îsraîlê hat sekinandin.

Rayedarê DYAyî diyar kir ku arastekirina 3 hezar û 500 bombeyan a ji bo Îsraîlê hatiye rawestandin.

Rêveberiya Qesra Spî di derbarê şandinaalîkariya mirovî ya ji bo Xezzeyê, Tel Avîvê rexne kir û amaje bi wê yekê kir ku Îsraîl "bi tevahî guh nedaye" fikarên DYA yên li ser rewşa mirovî ya li Xezzeyê.

Ji aliyê din ve rêveberiya Îsraîlê di derbarê rawestandina arastekirina teqemenî de heta niha ti daxuyanî neda ye.

“Şandina çekan ji nû ve hat nirxandin”

Berpirsekî Qesra Spî diyar kir ku helwesta DYA ew bû ku divê Îsraîl dest bi operasyoneke bejayî ya li dijî Refaha ku ji milyonekî zêdetir kes lê dijîn nekira.

Berpirs got: "Ji bo pêdiviyên mirovî yên sivîlên li Refahê bi cih bên û di heman demê de tekoşîna li dijî Hemasê bidome, em bi Îsraîlê re di nav diyalogê de ne."

Berpirsê DYAyî anî ziman ku xuya ye Îsraîl amadekariya operayoneke mezin a li dijî Refahê dike û got: "rastekirina teqemenî ya ji bo Îsraîlê, ji ber egera ku Îsraîl ew di operasyona Refahê de bi kar bîne, ji nû ve tê nirxandin."