Erdogan: Netanyahû: ‘Qesabê Xezzeyê’ ye, em piştevanê berxwedêrên Hemasê ne

Erdogan: Netanyahû: ‘Qesabê Xezzeyê’ ye, em piştevanê berxwedêrên Hemasê ne

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkriyê Recep Tayyip Erdogan, di civîna Platforma Qudsê ya Navparlamenteran de axivî û piştevaniya xwe dubare bo Tevgera Hemasê û Filîstînê ragihand.

Erdogan, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû, wekî Qesabê Xezzeyê pênase kir û got: "Netanyahu weke kujerên beriya xwe, li dîrokê navê xwe weke "Qesabê Xezeyê" bi şermezarî nivîsand."

Herwiha Erdogah destnîşan kir ku wan têkiliyên bazirganiî bi Îsarîlê qut kirine û vê berdewam dikin.

Erdogan Hemas wekî berxwedêr bi nav kir û got: "Emê bi berdewamî birayên xwe yên Hemasî weke berxwedêrên welêt li dijî dagirkeran, Quwayê Milî yên Filistînê bibînin."

Serokomarê Tirkiyê diyar kir her çiqas hinek vegerin jî, ew ji rêya xwe venegerîn û da zanîn, "Em ne ji wan siyasetmedarên ku li gorî şertan, li gorî ba, soza xwe, sekna xwe, helwesta xwe biguherin. Me kefenê xwe hilda û me da ser vê rêyê."

Erdogan herwiha got, "Diaya min ev e; 'Ya Rebî, bi xatirê navê xwe yê Qehar, di serî da Netanyahu hemû siyonîstan qehr û perîşan bike."