Ermenistanê sembola Çiyayê Agirî ji ser mohra pasaportan rakir

Ermenistanê sembola Çiyayê Agirî ji ser mohra pasaportan rakir

PeyamaKurd- Sembola Çiyayê Agirî ya li ser mohrên pasaportê ku ji bo ketin û derketina ji Ermenîstanê dihatin bikaranîn, hate betalkirin.

Di çarçoveya biryara di 11'ê Îlonê de ji aliyê hikûmeta Ermenîstanê ve hatibû dayîn, guhertina li ser mohrên pasaportê yên ji bo ketin û derketina welêt dest pê kir.

Bi vê guhertina nû re mohra ku tê de sembola Çiyayê Agirî hebû û li pasaportên Ermenîstanê dihat bikaranîn, ji îro ve ji pratîkê hate rakirin.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşinyan berê di daxuyaniyekê de gotibû ku li ser mijarê tu danûstandin di navbera Ermenîstan û Tirkiyeyê de çênebûne, lê ew vê biryarê bi temamî ji bo stratejiya ewlehiyê distînin.

Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.