Eşîrên Ereb li dijî Durziyên Siwêdayê seferberiyeke giştî ragihand

PeyamaKurd – Duh, êvara Pêncşemê, 17ê Tîrmeha 2025an, eşîrên Ereb li gundewarên parêzgeha Siwêdayê, li başûrê Sûriyeyê, seferberiyeke giştî ragihand da ku piştgiriyê bidin eşîrên Bedewî yên li herêmê.
Eşîran, di daxuyaniyekê de, sûcên ku bi îdiaya wan ji hêla şervanên bi serokatiya Hikmet el-Hicrî ve têne kirin, wek kuştin, komkujî û koçberkirina sivîlan, şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Li gorî berpirsyariya me ya exlaqî û eşîrî, em bang li hikûmeta Sûriyeyê dikin ku destwerdanê neke û rê nede astengkirina şervanên ku ji derveyî herêmê tên da ku alîkariya birayên xwe yên di eşîran de bikin, ji ber ku ew mafê xwe yê rewa yê parastina kesên bindest bikar tînin."
Çalakvanên li ser torên civakî vîdyoyek belav kir ku tê de kesek daxuyaniyê dixwîne û dibêje: "Em wekî Encumena Eşîrên Sûriyê daxwaz dikin ku civînek giştî ya hemî serokên eşîran li Sûriyeyê, ji rojhilat heta rojava û ji bakur heta başûr, were lidarxistin. Her wiha em bang li eşîrên li hemî parêzgehên Sûriyê dikin ku tavilê biçin Siwêdayê da ku xizmên me ji komkujiyê biparêzin."
Vîdyoyên din ên li ser medyaya civakî nîşan didin ku şervanên eşîran ber bi Siwêdayê ve diçin da ku beşdarî şer bibin. Tê ragihandin ku şervanan êrîşek li dijî bajarê Siwêdayê dest pê kiriye, çend gund û bajarok kontrol kirine û ji bakur ve, bi rêya Şamê, nêzîkî bajêr bûne.
Çavkaniyek ji hêzên eşîran ji ajansa nûçeyan a Almanî re ragihand ku zêdetirî 50,000 çekdarên eşîran beşdarî êrîşê bûne. Tê çaverêkirin ku bi deh hezaran şervanên din îro, sibeha Înê, 18ê Tîrmeha 2025an, ji rojhilatê Sûriyê, parêzgeha Helebê û deverên derdorê bigihîjin Siwêdayê.
Ev nivîs 122 car hatiye xwendin.




