Fîdan: Divê zextên li ser Îsraîlê bên zêdekirin

Fîdan: Divê zextên li ser Îsraîlê bên zêdekirin

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan diyar kir ku qirkirina li Xezzeyê dewam dike û Îsraîl polîtîkayên xwe yên berfirehkirinê didomîne û destnîşan kir ku divê zextên li ser Îsraîlê bên zêdekirin.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Derva hat hildan, Fîdan di Civîna Koma Têkiliya Xezzeyê ya Teşkîlata Hevkariya Îslamê (TÎK) û Komkara Ereban a ku li Qahîraya paytextê Misrê beşdar bû de daxuyanî da.

Fîdan diyar kir ku "di dema ku ev civîn dewam dike, li Xezzeyê jenosîd, koçkirina bi darê zorê û apartheid hîna jî dewam dike" û destnîşan kir ku êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya di 18ê Adarê de derket holê ku Îsraîl xwedî bernameyeke berfirehtir e.

Fîdan destnîşan kir ku astengkirina gihandina alîkariyên mirovî û hedefgirtina axên Sûriye û Lubnanê nîşaneya biryardariya Îsraîlê ya di vê polîtîkaya berfirehkirinê de ye û wiha got: "Bêyî rawestandina Îsraîlê aştî li herêmê ne pêkan e. Divê armanca me ya bingehîn rawestandina wêrankirina li Xezzeyê û misogerkirina agirbesteke mayînde be. Divê zextên li ser Îsraîlê bên zêdekirin."

Fîdan diyar kir ku divê ji platformên wekî Neteweyên Yekbûyî ji bo agirbesteke lezgîn û mayînde sûd werbigirin.

Wezîr Fîdan destnîşan kir ku plana Misrê ya Xezzeyê ya ku hemû welatên OICyê piştgiriyê didin çarçoveyeke çêker dide û divê li ser esasê vê planê bi pêş bikevin.

Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.