Fransa: Em ê têkiliyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re xurttir bikin

Fransa: Em ê têkiliyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re xurttir bikin

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Fransayê Christophe Lemoine hevkariya stratejîk a di navbera Bexda û Parîsê de pesinand û têkiliyên bi Iraqê re wekî "gelek dînamîk û pir dijwar" bi nav kir.

Lemoine herwiha tekez li ser piştgiriya berdewam a Fransayê ji bo mafên Kurdan li Sûriyeyê kir.

Berdevk Lemoin ji Rûdawê re got, "Iraqê roleke pir girîng û dînamîk li herêmê girtiye ser xwe û Konferansa Bexdayê gaveke pir girîng bû di vî warî de."

Di demekê de ku hewl didan rûniştina sêyemîn a Konferansa Bexdayê ku cara yekem di sala 2021an de bi piştgiriya Parîsê hatibû lidarxistin, li dar bikeve, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sûdanî û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di meha Adarê de di pêwendiyeke telefonî de li ser vê mijarê axivîn.

Sudani û Macron, ku di Çileya 2023an de li Parîsê civiyan, di gelek warên stratejîk de peymanên hevkariyê îmze kirin.

Kompaniyên Fransî tên Herêma Kurdistanê

Lemoine diyar kir ku şîrketên Fransî dixwazin çalakiyên xwe li Iraqê cûrbecûr bikin.

Bergeşt Ekreyi, berdevkê Lijneya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê, ji Rûdawê re got ku tê payîn ku di rojên pêş de nêzîkî 60 şîrketên fransî serdana Herêma Kurdistanê bikin û tê de veberhênanê bikin. Armanca vê înîsiyatîfê ew e ku têkiliyên aborî yên di navbera Hewlêrê û Parîsê de xurttir bibin û ji bo hezaran kesan kar peyda bikin.

Karbidestên Fransî, Iraqî û Kurd di meha Gulanê de li forumeke bazirganî û veberhênanê ya mezin li Parîsê kom bûn û Iraq wekî welatekî dostê veberhênanê û aram bi nav kirin. Hewler û Bexda armanc dikin ku bi xurtkirina sektora taybet aboriyên xwe cûrbecûr bikin.

Li gorî Balyozê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Yann Braem, heta Gulana 2024an, tevahiya veberhênanên Fransayê li Herêma Kurdistanê ji 3 milyar dolarî derbas bûne.

Lemoine got, "Em bi israr in ku têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de bêtir xurt bikin."

Fransa têkiliyên demdirêj bi Kurdan re hene. Lemoine got, "Pêvajoya veguherîna demokratîk a ku ji hêla rêveberiya nû ya Sûriyeyê ve tê meşandin divê hemû civakan, bi taybetî Kurdan, di nav xwe de bigire" û diyar kir ku Fransa di her fersendê de vê helwestê tekez dike.

 
Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.