Hikûmeta Şamê: Şer û pevçûnên li Siwêdayê bidawî bûn

PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê Nûreddîn el-Baba ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê li herêmên bakur û rojavayê Siwêdayê hatine bicihkirin û got, "Herêma Siwêdayê bi tevahî ji şervanên eşîrî hatiye paqijkirin û pevçûnên li taxên bajêr bidawî bûn."
Berdevkê Wezareta Navxwe Nûreddîn el-Baba, li ser Telegramê peyamek weşand û tê de destnîşan kir ku pevçûnên li Siwêdayê bi dawî bûne û wiha got:
"Di encama hewldanên zêde yên Wezareta Navxweyî yên ji bo pêkanîna peymana agirbestê de, hêzên ewlehiyê li herêmên bakur û rojavayê Siwêdayê hatin bicihkirin. Piştî vê pêşketinê, Siwêda bi temamî ji şervanên eşîrî hat paqijkirin û pevçûnên li taxên bajêr bi dawî bûn."
Berî niha jî Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê ragihandibû ku hêzên ewlehiyê yên girêdayî hikûmetê dest bi bicihbûna xwe li Siwêdayê kirine.
Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.




