Îranê û 3 welatên Ewropî li ser muzakereyên nukleerî li hev kir

Îranê û 3 welatên Ewropî li ser muzakereyên nukleerî li hev kir

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Îran, Almanya, Fransa û Brîtanyayê li ser ji nû ve destpêkirina muzakereyên li ser bernameya nukleerî ya Îranê li hev kir. Danûstandinên li ser diyarkirina cih û dema muzakereyan berdewam dike.

Hate ragihandin ku Îranê piştî êrîşên Îsraîlê yên 13ê Hezîranê û ji aliyê Amerîkayê ve bombekirina 3 tesîsên bingehîn ên atomî biryar da ku bi sê welatên Ewropî re muzakereyên nukleerî bidomîne.

 Berpirsekî Îranî ku ji çapemeniya Îranê re axivî, diyar kir ku di navbera Îran, Almanya, Fransa û Brîtanyayê de ji bo ji nû ve destpêkirina muzakereyan ku tê de mijarên nukleerî bên nîqaşkirin, lihevkirin çêbûye.

Berpirsê Îranî destnîşan kir ku şêwra li ser dema hevdîtinê û welatê lê gotûbêj bêne kirin berdewam dike û hîn biryareke teqez nehatiye dayîn.

Herwiha hate gotin ku tê plankirin muzakere di asta cîgirên wezîrên karên derve yên Îran û sê welatên Ewropî yên navborî de bên lidarxistin.

Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.