Îran: Em ê bi DYA re danûstandinan nekin!

Îran: Em ê bi DYA re danûstandinan nekin!

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçi derbarê danûstandinên nukleerî yên bi DYA re got, "Em ê li ser bernameya xwe ya moşekî danûstandinan nekin. Tu kesekî jîr wê bêçekbûnê qebûl neke. Ne mimkun e ku dewlemendkirina uranyûmê were rawestandin. Tiştê ku bi şer nayê girtin, bi siyasetê nayê dayîn."

Abbas Arakçi li ser danûstandinên nukleerî yên bi DYA re û bernameya nukleerî ya Îranê şîrove kir.

Arakçi tekez kir ku welatê wî, wê çalakiyên xwe yên nukleerî bi dawî neke û got, "Em ê li ser bernameya xwe ya moşekî danûstandinan nekin. Tu kesekî jîr wê bêçekbûnê qebûl neke. Ne mimkun e ku dewlemendkirina uranyûmê were rawestandin. Tiştê ku bi şer nayê girtin, bi siyasetê nayê dayîn."

"Em dikarin bi danûstandinên nerasterast bi DYA re bigihîjin rêkeftinekê."

Arakçi derbarê danûstandinên bi DYA re axivî û diyar kir ku ew bawer in ku bernameya wan aştiyane ye û got, "Em amade ne ku ji bo çareserkirina fikarên li ser vê mijarê danûstandinan bikin. Mimkun e ku lihevkirinek adil çêbibe, lê Washingtonê şertên nepejirandî pêşkêş kirine. Niyeta me ya danûstandinên rasterast tune. Ger DYA daxwazên xwe ferz neke, em dikarin bi danûstandinên nerasterast bigihîjin rêkeftinek adil."

Arakçi li ser rewşa heyî ya tesîsên nukleerî yên ku di mehên dawî de ji hêla DYA û Îsraîlê ve hatine hedefgirtin axivî û got, "Materyalên nukleerî hîn jî di bin xirbeyên tesîsên ku hatine lêdan de veşartî ne û nehatine veguhastin. Avahiyên û hin amûr zerar dîtine, lê teknolojiya nukleerî sax maye."

Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.