Îsraîl: "Li Sûriya Şara de eger mirov Kurd, Durzî, Elewî, Xîrîstiyan be zahf talûke ye”

PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê Îsraîlê Gideon Saar li ser tvegerên Sûriyê ragihand:
“Li Sûriya Şara de dixwazî Kurd, Durzî, Elewî an Xîrîstiyan be eger mirov mensûbê kêmnetweyekî an dînî be zahf talûkeye. Ev bi çend caran hatiye îsbatkirin.”
Saar di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de axaftina Şara şirove kir û weha got:
“Axaftina serokê Sûriyê Ahmed eş-Şara destekê dide cîhadiyên êrîşker û kêmneteweya Durizyan sûcdar dike. El Şara temamê tevgeran bi teoriyên komployê û bi sûcdarkirina Îsraîlê reng da axaftina xwe. Bi kurtî: Li Sûriya Şara de dixwazî Kurd, Durzî, Elewî an Xîrîstiyan be, eger mirov mensûbê kêmnetweyekî an dînekî din be zahf talûkeye.
Di nav 6 mehên dawiyê de ev çend caran hatiye îsbatkirin. Wezîfa civaka navdewletî heye ku ewlehiya kêmneteweyên Sûriyê û mafên wan bixin bin garantiyê, Sûriyê di cıvata navdewletî de car din qebûl bikin û kêmneteweyan biparêzin.”
Ev nivîs 167 car hatiye xwendin.




