Ji bo ewlehiya hilbijartinan, Bexda û Hewlêr gihîştin rêkeftineke hevbeş

Ji bo ewlehiya hilbijartinan, Bexda û Hewlêr gihîştin rêkeftineke hevbeş

PeyamaKurd – Di gaveke giring de ji bo misogerkirina pêvajoyeke hilbijartinê ya aram, wezaretên karên navxwe yên Iraq û Herêma Kurdistanê îro ragihandin ku ew gihîştine rêkeftineke berfireh a hevkariya ewlehiyê. Peyman balê dikişîne ser parastina navendên dengdanê û dabînkirina ewlehiya dengderan ji bo hilbijartinên parlamena Iraqê ku biryar e di meha Mijdarê de bên lidarxistin.

Lîwa Qeys Mihemedawî, Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê û di heman demê de Serokê Komîteya Bilind a Ewlekariya Hilbijartinan, hûrgiliyên vê hevahengiyê eşkere kir. Mihemedawî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got, "Me bi Herêma Kurdistanê re rêkeftineke astbilind ji bo parastina pêvajoya hilbijartinê çêkiriye. Em heta roja hilbijartinê her hefte civînên serhêl (online) li dar dixin da ku tedbîr û gavan binirxînin."

Li gorî peymanê, li deverên di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ewlehî dê ji aliyê polîs û hêzên asayîşê yên Herêmê ve were dabînkirin. Li deverên din ên Iraqê, hêzên ewlehiyê yên federal dê vî erkî bi cih bînin. Her wiha, li hin deveran dê hêzên hevbeş ji bo parastina ewlehiyê werin erkdarkirin.

Plana ewlehiyê ya sê qonaxî li navendên dengdanê 

Ji bo roja hilbijartinê, planeke ewlehiyê ya sê-qonaxî hatiye danîn:

Qonaxa yekem: Li hundirê her navendeke dengdanê, 10 polîs û efserek dê bi awayekî rasterast çavdêriya ewlehiyê bikin.

Qonaxa duyem: Hêzên ewlehiyê yên zêdetir dê li derdora navendan werin bicihkirin da ku ewlehiya giştî biparêzin.

Qonaxa yem: Tîmên Pêşmerge û Parastina Sivîl dê di amadebaşiyê de bin ji bo rûbirûbûna her rewşeke awarte.

Mihemedawî tekez kir ku tevî tedbîrên tund ên ewlehiyê, tu planek ji bo sepandina qedexeya derketina derve an sînordarkirina hatûçûnê tune ye. Wî got, "Çalakiyên bazirganî dê li hemû balafirgeh û deriyên sînor wekî berê berdewam bikin."

Hilbijartinên giştî yên Iraqê dê di 11ê Mijdara 2025an de werin lidarxistin, lê dengdana taybet ji bo hêzên ewlehiyê û grûpên din dê du roj berê, di 9ê Mijdarê de, pêk were. Li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê, nêzîkî 21.4 milyon kes xwedî kartên dengdanê ne û mafê wan heye ku beşdarî pêvajoyê bibin.

Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.