Ji Îsraîlê hişyarî: Artêş cara yekem dikeve wî bajarî

Ji Îsraîlê hişyarî: Artêş cara yekem dikeve wî bajarî

PeyamaKurd- Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê cara yekem operasyona bejahî li bajarê Dêr el-Belah ê li Şerîda Xezeyê pêk bîne û diyar kir, "Artêşa Îsraîlê ber bi herêmên ku berê lingên xwe nedanîne ser ve berfireh dibe."

Li demeke ku Îsraîl êrîşên li ser Şerîda Xezeyê didomîne, Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) ragihand ku ew ê cara yekem operasyona bejahî li bajarê Dêr el-Belah pêk bînin.

Berdevkê IDF'yê Avichay Adraee got ku ji bo hin deverên li Dêr el-Belah hişyariya valakirinê hatiye dayîn.

Adraee got, "Bala kesên ku di blokên bi jimare 130, 132-134, 136-139, 2351 û di konan de dimînin, dema ku IDF ber bi herêmên ku berê xwe nedanîne ser ve berfireh dibe, bi hêzeke mezin dest bi tunekirina derfet û binesaziya dijminên xwe li herêmê dike. Ji bo ewlehiya xwe, tavilê herêmê vala bikin û berê xwe bidin herêma El-Mawasî ya li başûr."

Ev nivîs 136 car hatiye xwendin.