Kolombiya têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Îsraîlê re birî

Kolombiya têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Îsraîlê re birî

PeyamaKurd – Dewleta Kolombiyayê ji ber êrîşên Îsraîlê yên ser Xezzayê bi Îsraîlê re têkiliyên xwe yên dîplomatîk birî. Wezareta karên derve ya Kolombiyayê bi nivîskî ragihand:

“Nota hukumeta Kolombiyayê ya devkî ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk yên bi Îsraîlê re ji îro û pê de dibire, bi fermî giha balyozê Îsraîlê yê li payîtext Bogotayê. Di rêya rêvebiriya protokola wezareta karên derve de, pêvajoya terka welat ji bo balyoz hat gotin.”

Wezîrê karên derve yê Kolombiyayê Luis Gilberto Murillo di daxwuyaniya xwe ya doyî de gotibû:

“Di mijarê de tewrê serokkomar Gustavo Petro zelale. Tîmên me yên wezaretê dixebitin. Em ê di vê hefteyê de rewşê bigihînin balyozxana Îsraîlê.”