Li bajarê Şîraz a Îranê di tesîsa tijekirina LPGê de teqîn çêbû: 9 birîndar
PeyamaKurd – Li Îranê li bajarê Şîrazê di tesîsa tijekirina LPGê de, bi sedemeka nehat zanîn, teqînekî mezin çêbû û di encamê de 9 kes birîndar bûn. Piştî teqînê di tesîsê de şewat derket. Rûdan qezaye an sabotaje, li serê lêkolîn û lêpirsîn têkirin.
Rayedarê Îtfaiya Şîrazê ragihand ku agir vemirandine û got:
“Piştî teqînê, hinek ji tupên 50 û 60 kîloyî yên gaza avî 300 metre firiyan dûr lê me karibû bi tupên pîknîkê re ew vemirînin. Me nehişt zerar bigihê kargeh û xaniyên der û dor.”
Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.