Li Brîtanya êrîşa bi kêrê: 10 birîndar, 2 kes hatin binçavkirin
PeyamaKurd- Li Brîtanyayê li trêneke ku ji Doncasterê diçû London King’s Crossê êrîşeke bi kêrê pêk hat.
Hate ragihandin ku di encamê de bi kêmanî 10 kes birîndar bûn, ku 9 ji wan rewşa wan giran e û niha têne tedawîkirin. Êrîş şevê din li Huntingdonê rû da. Hêzên ewlekariyê û ambulans bo cihê bûyerê hatin veguhestin.
Ji ber gumanên têkildarî terorîzmê, 2 kesên gumanbar ji aliyê Polîsê Têkoşîna Terorê ve hatin girtin.
Serokwezîr Keir Starmer li ser bûyerê xemgî û fikarên xwe anî ziman. Rayedarên polîsan diyar kirin ku lêkolîna bûyerê di qonaxên destpêkê de ye, divê spekulasyon li ser sedemên bûyerê neyên kirin.
Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.