Li DYAyê êrîşa bi çek: 3 mirî!

 Li DYAyê êrîşa bi çek: 3 mirî!

PeyamaKurd – Di encama gullereşandina ku li parkeke eyaleta New Meksîko ya Amerîkayê pêk hat de 3 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn. Êrîşa li bajarê Las Cruces bi saeta herêmî saet 10.00an pêk hat. Polîsan ragihand ku birîndar sewqî saziyên tenduristiyê hatin kirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. Nasnameya kes an jî kesên ku êrîş pêk anîne nayê zanîn.

Li gorî saeta herêmî saet 10.00an li bajarê Las Cruces ê eyaleta New Mexico ya DYAyê li parkekê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve êrîşeke çekdarî hat kirin.

Polîsan ragihand ku 14 kesên di êrîşa ku 3 kesan cane xwe ji dest dane de birîndar bûne sewqî saziyên tenduristiyê hatin kirin. Rayedaran ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.