Li Herêma Sulawesiya başûr ya Endonezyayê lehî rabû û hez çêbû: 15 kes mirin

Li Herêma Sulawesiya başûr ya Endonezyayê lehî rabû û hez çêbû: 15 kes mirin

PeyamaKurd – Li Endonezyayê li başûrê wê yê bi navê Sulawesi barana zêde bû sedema rabûna lehiyê û hem hez li erdê ket. Di encamê de 15 kes jiyana xwe ji dest dan.

Berdevkê ajansa berlêgirtina afatan (BNPB) Abdul Muhari got ku li Luwuyê 14 kes mirine û li ciyeka dinê jî kesekî miriye. Ji bilî wan 2 kes birîndarin. Di brana lehî û hezê de, jimara xaniyên xesarê dîne ji 100an derbas bûye.