Li kampa koçberan ya li Komara Kongo ya Demokratîk êrîşa bombeyî pêk hat: 10 kes mirin

Li kampa koçberan ya li Komara Kongo ya Demokratîk êrîşa bombeyî pêk hat: 10 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Komara Kongo ya Demokratîk, li rojhilatê wê li eyaleta Kivuyê di kampa koçberan de êrîşekî bombeyî pêk hat û di encamê de 10 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn. Birîndaran birin nexweşxanan ji bo dermankirinê.

Êrîşa di kampê de grûba M23 ya serhildêr girt ser xwe. M23 herî dawiyê kontrola bajarê Rubaya xistibû destê xwe. Grûba M23 ji serê salê û vir de êrîşên xwe yên ser hêzên hukumetê zêde kiriye. Grûb her diçe ciyê stratejîk dixe destê xwe.

Li ser şerê navbera M23 û hêzên dewletê bi deh hezarî kes ji ser warên xwe rabûn û koçber bûn. Komara Kongoyê ji aliyê zêr, koltan û kobaltê ve dewlemende û welatê cîranê xwe Rûandayê bi dagirkeriya welatê xwe û bi destekkirina M23ê tewanbar dike.

Li Kongoyê tişta balkêş ew e ku endamên M23an ji qebîla serokkomarê Rûandayê ji ya Paul Kagame ne ku ji wan re dibêjin qebîla ‘Tutsi’.