Li Kenyayê ji ber lehiyê zêdetirê 210 kes mirin

Li Kenyayê ji ber lehiyê zêdetirê 210 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li dewleta Kenyayê barîna baranê bû sedema rabûna lehiyê û her diçe jimara mirina kesên ji ber lehiyê zêdetir dibe. Ji nîvê meha Adara çûyî heya niha jimara kesên mirî ji 210an derbas kir û 90 kes hêjî wenda ne.

Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Kenyayê; di nav 24 seetên dawiyê de 22 kes mirine. Nivîsîngeha serokê dewletê ya William Ruto ragihand ku bende ne ‘Bobelata Hidaya’ bibe, welatiyan hişyar kir û got:

“Bende ne li herêmên peravan ‘Bobelata Hidaya’ bandora xwe nîşan bide. Ev jî wê bibe sedema barana zêde ya li Okyanûsa Hindê, pêlên mezin rabin û bayê xwurt rabe.”

Li 33 ciyên ku nêzî bendava ne, fermana tehliya mirovan hat dayîn. Li welatê cîranê Keneyayê li Tanzanyayê ji ber ‘Bobelata Hidaya’ 155 kes mirin û bendene bandora xwe li Kenyayê jî bike.