Li Meksîkayê agir bi supermarketê ket: 23 kes mirin
PeyamaKurd- Hate ragihandin ku di şewata li supermarketeke li Hermosillo ya paytexta Eyaleta Sonora ya bakurê Meksîkayê de, herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest da. Di nav kesên can dane de zarok jî hene.
Şewat piştî teqînekê piştî saet 15:00’an li gorî dema herêmî li dikaneke bi navê “Waldo’s” li navenda bajêr dest pê kir. Hate diyarkirin ku agir bilez dikan dorpêç kiriye û li ser îxbara xelkê herêmê, gelek tîmên agirkujî, tenduristî û ewlehiyê ji bo cihê bûyerê hatine şandin.
Dema ku mudaxeleya li hemberî şewatê de, kesên li hundir asê mabûn bangên alîkariyê dikirin. Li gorî daxuyaniya Walîyê Eyaleta Sonora Alfonso Durazo, di bûyerê de herî kêm 23 kesan can daye, 11 kes jî ji bo tedawiyê rakirine nexweşxaneyên cuda.
Walî Durazo destnîşan kir ku di nav miriyan de zarok jî hebûn û got ku lêkolîn li ser sedema derketina şewatê didome.
Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.