Li Rûsyayê du erdhejên mezin çêbûn

PeyamaKurd- Li Nîvgirava Kamçatkayê ya li rojhilatê Rûsyayê, du erdhejên bi mezinahiya 7.4 û 6.7 pileyan çêbûn.
Li beravên Nîvgirava Kamçatkayê, îro danê sibehê li demjimêrên 09.49 û 10.07 bi dema herêmî, du erdhejên bi mezinahiya 7.4 û 6.7 pileyan çêbûn.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku her du erdhej bi qasî 10 deqîqeyan li pey hev çêbûne. USGS destnîşan kir ku erdheja bi mezinahiya 7.4 pileyan 144 kîlometre li rojhilatê bajarê Petropavlovsk-Kamçatskî çêbûye, ya bi mezinahiya 6.7an jî 151 kîlometre li rojhilatê heman bajarî rû daye. Heta niha di erdhejan de tu zirarên canî û madî nehatine ragihandin.
Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.




