Lubnan mudaxeleya Îranê ya karên nav xwe bi tundî şermezar kir

Lubnan mudaxeleya Îranê ya karên nav xwe bi tundî şermezar kir

PeyamaKurd – Wezareta kar û barên derve ya Lubnanê li ser daxwuyaniya serşêwrimendê lîderê dînî yê Îranê yê Ali Hamaney li ser gotina Ali Ekber Welayetî, daxwuyaniya Welayetî şermezar kir.

Lubnan berê biryarê dabû ku çekên di destê grûbên Lubnanê de ku Hîzbûllah jî di nav wan de ye, divê radestî dewletê bikin.

Li ser biryara hukumeta Lubnanê Welayetî, li hemberê biryarê derket lê Lubnan bertekê nîşan da û got ku ev destêwerdana nava karê dewleta Lubnanê ye. Wezareta Lubnanê li hemberê gotinên Welayetî weha got:

“Mudaxeleyên weha ne cara yekeme ku tên kirin. Hinek rayedarên Îranê daxwuyaniyên di derbarê karên navxwe yê Lubnanê de didin ku qet Îranê eleqedar nake û gelek caran ji heddê xwe dertên. Dewleta Lubnanê li hemberê tevgerên weha wê qet xweşbîn nîn be, Lubnan dost an dijmin qebûl nake ku ti kesên di derveyê Lubnanê de li ser navê xelkê Lubnanê biaxife û nikare doza wesayetê bike.

Heya di meseleyên ku Îranê eleqedar nake, heya daxilî wan meseleyan dibe, bila bi pirsgirêkên xwe, bi pirsgirêkên xelkê xwe, pêdiviyên xwe û bendeyên xwe eleqedar bibe.

Dahatûya Lubnanê, siyaseta wê, sîstema siyasetê tenê xelkê Lubnanê dikare tayîn bike û biryardare desthilaya xwe biparêze.”

Şêwrimendê Hamaney yê bi navê Ali Ekber Welayetî di daxwuyaniya xwe de gotibû:

“Kesên li Lubnanê yên eqlîselîm divê nehêle Hîzbûllah çekan deyne û li hemberê planên Îsraîlê û Amerîkayê derên. Wê berxwedana li Lubnanê (Hîzbûllah) li hemberê biryara bêçekkirinê raweste.”

Heya salên 1970an Lubnan Parîs a Rojhilata Navîn dihat qebûlkirin û bi hezarî kes ji welatên Ereb, Îran, ji welatên Rojhilat û ji Bakûrê Kurdistanê diçûn Lubnanê dixebitîn û debara mala xwe dikirin. Ne hewce bû pasaporta wan hebûya an nasnama wan hebûya. Lê muhafazakar Lubnanê xistin halekî wisa, serokê wê Kemala Canpolat kuştin, paşî Herîrî kuştin û kirin navendekî terorê.

Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.