Misir û Îsraîl peyama gazê ya bi 35 milyar dolarî îmza kirin

Misir û Îsraîl peyama gazê ya bi 35 milyar dolarî îmza kirin

PeyamaKurd –  Misir û Îsraîl peyama gazê ya bi 35 milyar dolarî di navbera xwe de îmza kirin. Wê heya sala 2040an hilberîna 130 milyar m3 gazê bikin û ev tê vateya îxracata 130 milyar m3an.

Şîrketa NewMedê di mijarê de daxwuyanî da û got wê karibin ji seha Leviathanê de heya sala 2040an 130 milyar m3 gazê îxracî Misrê bikin.

Ev peyman, îxracata gazê ya herî mezine ku wê ji seha gaza xwezayî ya Leviathanê bi ortaxî îxracê Misrê bikin. Peyman wê pêşiya firehbûna seha xazê ya Leviathanê veke û bi vê firehbûnê re, heya sala 2064an pêdiviya bazara Îsraîlê ya gazê temîn bike.

Di sala 2019an de jî Îsraîl û Misrê peyama gazê ya bi miqdarê 60 milyar m3 îmza kiribûn. Piştî seha gaza Leviathanê di sala 2020an de dest bi xebatê kiribû, dest bi amadekirina gazê ji bo Misrê kiribûn.

Di sala borî de, di seha gazê ya Leviathanê de bi miqdarê 11,33 milyar m3 hilberîna gazê kiribûn û Îsraîlê piraniya gazê dabû Misir û Urdunê.

Li Rojhilatê Derya Sipî 11 sehayên xazê yên Îsraîlê hene. Sehayên herî girîng bi rezerva texmîna bi 800 milyar m3an sehayên Leviathan û Tamar e.

Seha Leviathanê ji peravên Îsraîlê 130 km dikeve rojava, li nêzî Hayfayê, 1500 metre di kûrahiya deryayê de gazê derdixe. Ev seha xazê di sala 2010an de hatibû dîtin.

Di seha xazê ya Leviathanê şîrket ên ku hevparin ev in:

1.NewMed Energy (Bi navêkevin Delek Drilling): Para wê % 45,34 e,

2.Chevron Mediterranean Limited (Bi navê kevin Noble Energy, operator): Para wê % 39,66 e,

3.Ratio Energies: Para wê % 15 ye.

Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.