NY: Em nikarin alîkariyê bişînin Xezzeyê

NY: Em nikarin alîkariyê bişînin Xezzeyê

PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand piştî ku deriyên sînorî yê Kerem Ebû Selîm ê Refahê hate girtin, ew nikarin alîkariya mirovî bişînin Xezzeyê.

Berdevkê NYyê Stephane Dujarric di bersivandina pirsên rojnamegeran a civîna çapemeniyê ya rojane de da zanîn ku wek NY ew nikarin alîkariya mirovî li Xezzeyê bikin.

Dujarric agahiyên rayedarên Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya NYyê (OCHA) yên li qada Xezzeyê ragihand û destnîşan kir ku bi "fermana valakirina Refahê" ya artêşa Îsraîlê bi deh hezaran kes bi zorê koçber bûne.

Dujarric da zanîn ku ew Filistîniyên ku ji Refahê hatine derxistin, di 7 mehên dawî de gellek caran ji cihên xwe hatine qewirandin û got: "Divê pêdiviyên bingehîn ên sivîlên li Xezzeyê bên dabînkirin."

Dujarric, Gazze'den ayrılmak isteyenlere yeterli süre ve güvenli yol ile güvenli nihai istikamet sağlanması gerektiğinin altını çizdi.

Dujarric destnîşan kir ku divê ji bo sivîlên dixwazin ji Xezzeyê derkevin demeke têr, rêyeke ewle û cihên jiyanê bêne diyarkirin.

Dujarric bi bîr xist ku deriyên sînor ên Refah û Kerem Ebû Selîm hatine girtin û wiha got:

"Ev tê wê wateyê ku em nikarin alîkariyên mirovî bigihînin Xezzeyê. Pêwîstî bi pêdiviyên xwarinê yên ku divê em bidin zêdetirî 3 hezar zarokên ku ji ber kêmxwarina dijwar, ji bo li jiyanê bimînin têdikoşin. her wiha  li Xezzeyê sotemenî jî qediya ye."