Operasyona bejayî ya berfireh a Îsraîlê li Refahê: Daxuyaniya Dewletên Yekbûyî

Operasyona bejayî ya berfireh a Îsraîlê li Refahê: Daxuyaniya Dewletên Yekbûyî

PeyamaKurd - Berdevkê Qesra Spî Jean-Pierre di brîfînga xwe ya rojane ya çapemeniyê de rojeva derbarê êrîşa îhtîmal a Îsraîlê ya li Refahê de nirxand.

Jean-Pierre dupat kir ku ew li dijî êrîşa bejahî ya Îsraîlê bo ser Refahê ne û got ku wan heta niha ti planek di vî warî de ji Tel Avîvê nedîtiye.

Jean-Pierre li ser vê nûçeyê ku di medyaya Amerîkayê de jî cih girt û îdia kir ku Îsraîl dikare di nava hefteyekê de li dijî Refahê dest bi "operasyoneke bejayî ya berfireh" bike, nêrîna xwe anî ziman û destnîşan kir ku ew li dijî êrîşa Îsraîlê ya li ser Refahê ne.

Berdevkê Amerîkayê, "Me hîn planeke berfireh der barê operasyona Refahê de ku Îsraîl çi difikire nedîtiye. Em piştgiriyê nadin operasyoneke li dijî Refehê û me fikarên xwe yên li ser operasyoneke berfireh a leşkerî li wir eşkere kir. Zêdeyî 1 milyon sivîlên Filistînî penaber bûn li Refahê. Em dixwazin piştrast bin ku jiyana wan were parastin."