Paraşûtên alîkariya Xezzayê venebûn û gelek kes di bin wan de mirin û birîndar bûn

Paraşûtên alîkariya Xezzayê venebûn û gelek kes di bin wan de mirin û birîndar bûn

PeyamaKurd – Paraşûtên alîkariyê yên ji bo Xezayê xwarinê dibirin, dema ji hewa de avêtin jêr, gelek ji wan paraşûtan venebûn û kesên li jêr li benda paketên alîkariyê bûn, paket ketin ser wan. Di ketina paketan de gelek kes di bin wan de mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Berdevkê yekîneya parastina sîvîl yê Xezzayê Mahmud Basal di daxwuyaniya xwe ya nivîskî de got ku paraşûtên ji balafiran avêtin jêr û di wan de paketên xwarinê hebûn, venebûne.

Basal, negot bê paraşûtên ku venebûne ji balafirên kîjan welatê hatin avêtin û rêjeya mirî û birîndaran jî neda.