Pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê li Deryaya Azovê û Herêma Kubanê 9 balafirên bêmirov xistin xwarê
PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Rûsyayê doh ragihand ku pergalên wê yên parastina hewayî di nava saetekê de bi giştî 9 balafirên bêmirov ên Ukraynayê, 6 li Deryaya Azovê û 3 jî li herêma Krasnodar îmha kirine.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, sîstemên parastina hewayî ya Rûsyayê doh li gorî saeta Moskowê di navbera saet 19:50 û 20:45an de (wekî bi dema Tirkiyeyê) hewldanên êrîşên Ukraynayê yên li ser axa Rûsyayê asteng kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "16ê Sibata 2025an saet di navbera 19:50 û 20:45an de li gorî saeta Moskowayê, pergalên parastina hewayî yên li ser wezîfeyê bûn, 9 balafirên keşfê yên bê mirov ên Ûkraynayê îmha kirin, 6 balafirên bêmirov li Deryaya Azovê hatin îmhakirin, 3 balafirên bêmirov jî li herêma Krasnodarê hatin rûxandin."
Parêzgarê Krasnodar Veniamin Kondratyev derbarê êrîşa bi drone ya Ukraynayê de daxuyanî da.
Kondratyev ragihand ku di encama ketina parçeyên balafira bêmirov a li ser avahîyên niştecihbûnê yên li taxa Slavyansk na Kubani de keçeke 4 salî birîndar bûye û li nexweşxaneyê tê dermankirin.