Şêwirmendê Erdogan: Qonaxa nû dest pê kir, divê komîsyon bi Ocalan re bicive
PeyamaKurd- Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum, li ser rewşa dawî ya pêvajoya ligel PKKê tê meşandin nivîsek belav kir û got, di pêvajoyê de derbasî qonaxeke nû dibin.
Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di nivîsa xwe ya îro Yekşemê de besa pêvajoya çareseriyê û geşedanên dawî kir û got ku pêvajo derbasî qonaxeke nû bûye û behsa guhdarîkirina Abdullah Ocalan ji aliyê komisyona parlamentoyê ve kir.
Uçum da zanîn ku êdî geşedanên nû dê çebibin û got, beriya ku Komisyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê dawî li xebata xwe ya guhdarîkirinê bîne, ew li bendê ne ku li Îmraliyê guhdariya Abdullah Ocalan jî bike.
Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyeyê da xuyakirin, raya giştî li bendê ye ku komisyon di derbarê pêşxistin û bihêzkirina demokrasiyê de jî raporeke perspektîfê amade bike û got, eger komisyon bêyî amadekirina rapora bihêzkirina demokrasiyê dawî li erka xwe bîne, ev yek dê bibe kêmasî.
Uçum bal kişand ser gotinên dawî yên Erdogan ên piştî hevdîtina şanda Îmraliyê ku gotibû, "Em hêvîdarin encamên vê hevdîtinê di rojên pêş de bibînin", û got, qonaxa nû di pêvajoyê de piştî van gotinên Erdogan dest pê kiriye.
Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.