Şiddeta dewleta Îranê her diçe zêdetir dibe: Asayîşa Îranê 4 kesan kuşt

PeyamaKurd – Piştî şerê navbera Îran û Îsraîlê hêzên asayîşa Îranê, îstîxbarat û dadgeh bi canê xelkê ketine û wan birîndar dikin, digrin û dikujin.
Zaroka 4 salî ya bi navê Raha Şeyxî ji aliyê hêzên Îranê de li Humeyn li eyaleta Markazî bi çekê kuştin. Di nav meha dawiyê de bê kontrol êrîşên Îraniyan li ser xelkê hene.
Di 17ê Temmûza 2025an de êvara Pêncşemê hêzên hukumetê li Humeynê di operasyonekî de Raha Şeyxî di nav de 4 kesan kuşt.
Medya Îranê bê ku behsa hûrayiya mijarê bike, got ku 2 erebeyên ku kesên hatine kuştin hildigirtin, ji aliyê ‘hêzên ku parastina tesîsekî leşkerî dikirin’ de hatine kuştin û nav neda. Di xeberê de hat gotin ku kesên êrîşê kirine niha girtîne.
Ev bûyer, piştî di 30yê Hezîranê de êvara Duşemê 2 geştiyarên gênc yên bi navên Ali Reza Karbasi û Mehdi Abae ji aliyê hêzên Basicê de hatin kuştin, qewimî.
Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.




