SOHR: “Li Suweydayê pêla koçberiyê; 35 gund vala kirin”

SOHR: “Li Suweydayê pêla koçberiyê; 35 gund vala kirin”

PeyamaKurd – Li bajarê Suweydayê yê Durziyan di meha Temmûzê de ji ber şer û şiddetekî bêhempa bi hezarî Durzî ji ser axa xwe koç kirin û 35 gundan vala kirin.

Nûça ku Mala Çavdêriya ya Mafên Mirovan (SOHR) ê belav kir gelek balkêşe. Di nûçê de rewşa Suweydayê dide ber çav.

Sabotaja bi zanîn, êrîşên bi zanîn yên ser malên giştî û mulkên taybet kirin ku kes nikare li bi dehan tax û gundan bijî. Tenê di nav çend hefteyan de bi deh hezarî kes terka gund, tax û malên xwe kirin, eşyayên xwe di cîh de hiştin û koç kirin. Eynî weka şerê nav Sûriyê yê berê tîne bîra mirovî.

Gelek xaniyan şewitandin, deriyan şikandin, eşyayan dizîn, dîwaran xerab kirin û xaniyan xerab kirin. Gundên ku vala bûne:

Al-Kaberah Suresi, Hazm, Um Harteen, Khalkhalah, Zukair, Al-Sure Al-Saghirah, Rudaymat Al-Liwaa, Lahithah, Al-Khalidiyah, Al-Salimiyah, Al-Haqaf, Al-Matonah, Al-Suwaymarah, Um Al-Zaytoun, Waqam, Dama, Jareen, Labin, Necran, Al-Duwayrah, Karrasah, Taarah, Al-Dour, Sami', Rimat Al-Lahaf, Al-Mecdal, Al-Mezraah, Al-Tayrah, Walgha, Al-Saalah, Kanaker, Arra, Al-Müjaymer, Al-Maqran Al-Gharbi, Kharba, Sakkaka, Deir Dama, Makran Al-Liwaa, Al-Darah û Rimat Hazem.

Di van gundên navborî de malbat bi darên meyweyan debara xwe dikirin. Di êrîşan de dezgeyên dewletê xerab kirin, xizmetên giştî ji holê rakirin û kirin kes nikare di wextekî kurt de dagere ser axa xwe.

Bineciyên Suweydayê ji ber êrîşan û şiddetê reviyan û ew tax an kolanên ku geş bûn, bûn weka xeyaletekî.

Li aliyê dinê eşîrên Bedewî yên ku li ciyên cuda dijiyan, bi sedema pevçûn û êrîşan reviyan deverên din. Wan şandin deverên di derveyê Suweydayê.

Ji bilî kesên hatin kuştin, koça mezin, têkiliyên Bedewiyan ji der û dora wan civakî qut bûn. Bi peymanên bi dizî û ewlehiyên bi hîle, xelkê ji hev veqetandin. Heya niha ti îşaret tine ku dagerin ser mal û mulkên xwe û ji bo her dû terefan ti çareseriyê nedîne.

Li Şamê di şûna lihevanîna civakê de, îhale tên kirin, hukumeta demkî ketiye pey peran û ji bilî xwe û fikrên xwe ti tiştekî dinê qebûl nake.

Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.