S&P rêjeya krediya Tirkiyeyê bilind kir û veguherand erênî

S&P rêjeya krediya Tirkiyeyê bilind kir û veguherand erênî

PeyamaKurd - Standard & Poor's (S&P) pileya krediyê ya Tirkiyeyê ji "B"yê kir "B+" û nirxa krediya wê weke "erênî" hişt.

Saziya pileya krediyê ya navneteweyî Standard & Poor's (S&P) nirxandina xwe ya li ser aboriya Tirkiyeyê eşkere kir.

Di daxuyaniya ku ji teref saziya dengdana krediyê ve hat dayîn de hat ragihandin ku pileya krediyê ya demdirêj a Tirkiyeyê ji "B"yê derket "B+"yê û perspektîfa dereca krediyê jî wek "erênî" hat parastin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku tê fikirîn ku piştî hilbijartinên herêmî yên li Tirkiyeyê bi bandora hevsengiya derve wê hevrêziya di navbera polîtîkayên diravî, malî û dahatiyê de baştir bibe û herikîna portfoliyoyê zêde bibe, kêmasiyên hesabên heyî dê teng bibin. Di 2 salên pêş de kêmbûna enflasyon û dolarbûnê tê pêşbînîkirin.

Di daxuyaniye da hat gotin ku di hawireke ku kemasiya hisaba niha teng dibe ü dolarkirin berovaj dibe, ger siyasetmedaran enflasyonê kêm bikin û baweriya bi lîreyê vegerînin, dibe ku rêjeya krediyê ya Tirkiyeyê were zêdekirin.

Di daxuyaniya ku tê de pêşbîniyên ji bo aboriya welêt jî hatin kirin, hat diyarkirin ku tê payîn ku aboriya Tirkiyeyê îsal û sala bê ji sedî 3 mezin bibe.