Tirkiye bi nirxê 5,4 milyar Sterlinî 20 balafirên Eurofighter ji Brîtanyayê dikire

Tirkiye bi nirxê 5,4 milyar Sterlinî 20 balafirên Eurofighter ji Brîtanyayê dikire

PeyamaKurd – Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê (MSB) ragihand ku ji bo bihêzkirina Hêzên Hewayî, bi Brîtanyayê re peymaneke ji bo kirîna 20 balafirên nû yên şer ên Eurofighter Typhoon hatiye îmzekirin. Mesrefa giştî ya projeyê weke 5,4 mîlyar Sterlinên Brîtanî hate eşkerekirin.

Li gorî daxuyaniya ku ji çavkaniyên wezaretê piştî civîna çapemeniyê ya heftane ji rojnamevanan re hat dayîn, peymana stratejîk di 27ê Cotmeha 2025an de ketiye meriyetê. Hat destnîşankirin ku ev kirîn ne tenê balafiran, lê di heman demê de alavên mîsyonê yên teknolojîk û cûreyên cuda yên cebilxaneyan jî di xwe de dihewîne da ku pêdiviyên operasyonel ên Fermandariya Hêzên Hewayî bi temamî werin dabînkirin.

Çavkaniyan wiha gotin: "Mesrefa projeyê ji bo 20 balafirên nû yên Eurofighter Typhoon, alavên mîsyonê yên balafirê û celeb û mîqdarên curbecur ên cebilxaneyên ku di naveroka kirînê de cih digirin, bi qasî 5,4 mîlyar Sterlinên Brîtanî ye."

Her wiha, di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku xebatên ji bo peydakirina balafirên Eurofighter Typhoon ên destê duyem ji welatên wekî Qeter û Omanê jî bi awayekî paralel didomin. Ev pêngav weke beşek ji stratejiya berfireh a Tirkiyeyê ya ji bo modernîzekirina fîloya wê ya hewayî û zêdekirina kapasîteya wê ya parastinê tê dîtin.

Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.