“Tirkiye rojane 800 hezar dolar cezayên li ser Bexdayê ferz dike”

“Tirkiye rojane 800 hezar dolar cezayên li ser Bexdayê ferz dike”

PeyamaKurd - Berdevkê Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) Myles Caggins diyar kir ku Tirkiye amade ye dest bi hinartina petrola Herêma Kurdistanê bike û diyar kir ku ji ber rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê rojane 800 hezar dolar ceza li Bexdayê birîn.

Berdevkê APÎKURê Caggins diyar kir ku ew bi avakirina komîteyeke hevbeş di navbera Hewlêr û Bexdayê de û danûstandinên di navbera wan de derbarê hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê kêfxweş in.

Caggins diyar kir ku endamên APÎKURê gelek bi kelecan in û dixwazin beşdarî civîna komîteya hevpar a navbera endamên Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Wezareta Petrolê ya Iraqê bibin û got, "Peymana me bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re heye û eger guhertinek çêbibe, divê em ji wan agahdar bin. Herwiha got: “Pêwîst e kompaniyên navdewletî yên petrolê beşdarî civînan bibin û em geşbîn in ku hinartina petrolê berdewam be.”

Caggins amaje bi wê yekê jî kir ku divê civîna di navbera Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Wezareta Petrolê ya Iraqê de pêşwext were kirin û got, "Em wisa difikirin ku serdana Washingtonê ji bo hikûmeta (Serokwezîrê Iraqê Sûdanî) teşwîqek e ku hinartina petrolê ji nû ve bide destpêkirin."

Li ser serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a Bexdayê jî wiha got:

“Erdogan û ekîba wî dixwazin hinartina petrolê ji nû ve bidin destpêkirin. Tirkiye ji ber rawestandina hinartina petrolê her roj 800 hezar dolar cezayan li ser Bexdayê ferz dike, lewma Bexda jî dixwaze ji bo çareserkirina pirsgirêkan gavên erênî bavêje."