Trump hişyariyeke tund da hikûmeta Nijeryayê: Ger kuştina Xirîstiyanan bidome...
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ger hikûmeta Nijeryayê destûr bide ku Xiristiyan werin kuştin, dibe ku ew destwerdana leşkerî li welat bikin.
Trump got: "Ji vir ez fermanê didim Wezareta Şer (Wezareta Parastinê) ku ji bo operasyoneke mimkun amade bibe".
Donald Trump li ser bûyerên tundûtûjiyê li Nijeryayê li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth parvekirinek kir, tekezî li ser wê yekê kir ku divê hikûmeta Nijeryayê pêşî li kuştina Xiristiyan bigire û ev hişyarî da:
"Ji vir ez fermanê didim Wezareta Şer (Wezareta Parastinê) ku ji bo operasyoneke mimkun amade bibe. Heger êrîşek were kirin, ew ê zû bike û bêrehm be. Her wekî ku çeteyên terorîst êrîşî Xiristiyanên me yên ezîz kirin. Divê hikûmeta Nijeryayê tavilê tevbigerre!"
Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.