Trump ji Îranê re: Em ê dîsa lê bidin!

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku eger hewl bê dayîn ku tesîsên nukleerî yên li Îranê yên ku ji aliyê Amerîkayê ve zerar dîtine ji nû ve bên avakirin, ew ê êrîşeke din a hewayî bikin.
Trump ragihand ku eger tesîsên nukleerî yên li Îranê yên ku ji aliyê Amerîkayê ve zerar dîtine ji nû ve bên avakirin, ew ê êrîşeke duyemîn a hewayî li dijî wan bikin. Trump di posteke medyaya civakî de diyar kir ku sê tesîsên nukleerî yên li Îranê bi tevahî hatine hilweşandin û nûjenkirina wan wê bi salan bidome.
Trump hişyariyeke tund da û got, "Ger Îran hewl bide ku van tesîsan ji sifirê li sê cihên cuda ava bike, ew ê jî werin hilweşandin."