Trump, li ser tesîsên nuklerî yên Îrane daxwuyanî da: Bi temamî îmha bûn

PeyamaKurd – Serokê DYAê Donald Trump ragihand ku wan tesîsên Îranê yên nuklerî her 3 yan îmha kirine û gotinên di medyayê de derketine yên xesarê derewand.
Donald Trump, li ser êrîşên meha borî yên ser tesîsên Îranê yên ser Fordow, Natanz û İsfahanê daxwuyanî da û got:
“Her 3 tesîsên nuklerî yên Îranê bi temamî xerab bûn û hatin îmhakirin. Ji bo tesîs car din bixebitin bi sala pêwdivî bi wext heye. Eger Îran bixwaze car din tesîsan bîne ser rewşa berê, di şûnê de li sê cyên cuda ji nûh de ji xwe re tesîsan ava bike baştire. Ji ber hun bi mijarê re têkildariyê dikin sipasiya we dikim.”
Medya DYAyê ragihandibû ku di êrîşan de tenê yek tesîsekî ji ortê rakirine. Kanala NBC ya DYAyê roja Pêncşemê xeberekî çêkiribû û çavkaniya xwe biribû ser 5 rayedarên DYAyê ku gotine tenê yek tesîsekî ji ortê rabûye û di nav çend mehan de Îran dikare di her dû tesîsên xwe de ûranyûmê dewlemend bike.
Ev nivîs 71 car hatiye xwendin.




