PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, ji bo Newrozê peyamek belav kir û dawiya peyamê jî Newroz bi Kurdî pîroz kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, ji bo kesên li Amerîka û cîhanê Newrozê pîroz dikin peyamek belav kir.
Trump di peyama xwe de wiha got: "Ez silavên xwe yên germ ji hemû kesên ku Newrozê li Amerîka û li çaraliyê cîhanê pîroz dikin re pêşkêş dikim.
Ev kevneşopiya ku hatiye pîrozkirin, derfetê dide ku em li ser pîroziyên sala borî bifikirin û bi hêviyek nû pêşwaziya bihara nêzîk bikin.
Li ser navê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ez silavên xwe yên herî germ ji bo cejneke dilşad pêşkêş dikim. Newroz Piroz (Nowruz Pirouz)”.