Trump, Tammy Bruce kir namzeda cîgira Nûnerê daîmî ya Amerîkayê li NY

PeyamaKurd – Serokê Amerîkaye Donald Trump berdevka wezareta kar û barên derve ya DYAyê Tammy Bruce kir namzeda cîgira nûnerê daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekgirtî (UN) û got ku ew bawere wê Bruce di karê navborî de bi ser bikeve.
Serokê DYAyê Trump mijarê di ser hesabê xwe yê medya civakî, di ser platforma Truth Social de belav kir. Trump got:
“Ji destpêka serokatiya min ya dewra duyem de, Tammy berdevkiya wezareta karên derve bi serkeftî dewam dike û di karê xwe de gelek karên baş kiriye.
Wê di Neteweyên Yekgirtî de welatê me bi awayekî mukemmel temsîl bike. Pîroz be Tammy."
Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.




