Urdin | 310 dronên barhilgirên tilyakê hatin rûxandin

PeyamaKurd- Rêveberiya Ragihandina Leşkerî ya Urdunê ragihand ku artêşê ji destpêka îsal sala 2025an ve 310 dronên barhilgirên madeyên hişbirê rûxandine.
Li gorî daxuyaniyên Rêveberiya Ragihandina Leşkerî ya Urdunê ku Ajansa Nûçeyan a Urdunê veguhestiye, "Hêzên çekdar ên Urdunê ji 1ê Çileya îsal heya 16ê Tîrmehê ve, 310 dronên bêmirov ên barhilgirên narkotîk rûxandine."
Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku hêzên Urdunê mehane 51 dron anku rojane nêzî 2 dronan bêbandor dikir. Hate zanîn ku ev balafir li asîmanê başûr, başûrê rojhilat, bakur û bakurê rojhilat dihatin rûxandin.
Hate destnîşankirin, "Hêzên çekdar ên Urdunê di nava 6 mehan de li ber derbasbûna 14 mîlyon û 134 hezar û 87 hebên hişbirê, 92 kîlogram û 126 madeyên hişbirê û 10 hezar û 603 gurzên heşîşa hişbir girtiye."
Herwiha hate eşkerekirin ku bazirganên narkotîkê di nava 6 mehan de 69 çalakiyên qaçaxçîtiyê û 69 hewldanên derbaskirina sînor kirine û 84 çek bi kar anîne.
Artêşa Urdunê qaçaxçîtiya madeyên hişber li seranserê sînorê xwe yê bi Sûriyeyê re, ku di dema desthilatdariya Beşar Esed de bi berfirehî dihate hilberandin, têk dibe.
Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.




