Vance, berya hevdîtina Trump-Putin, wê bi YE û Ûkrayna re hevdîtin bike

PeyamaKurd – Cîgirê serokê DYAyê JD Vance, berya Trump û Putin hevdîtinê bikin wê bi welatên Ewrûpayê û Ûkraynayê re hevdîtinan bike. Hevdîtin ji bo ‘zemîna hevpar tesbît bikin’ dê bên kirin.
Di nûçeyê de hat ragihandin ku wê JD Vance li Brîtanyayê bi rayedarên di asta bilind yên Ûkrayna û yên Yekîtiya Ewrûpayê re dê bicive. Tê gotin ku dê ev hevdîtin ji bo civîna berya ya Trump û Putin ya 15ê Tebaxê girîng e.
Çavkaniya nûçêe bi xwe malpera Axios e ku li DYAyê weşanê dike û çavkaniya nûça xwe biriye ser 4 rayedarên DYAyê.
Nûnerê Trump yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff, di 6ê Tebaxê de seredana Putin kiribû û piştî wê Trump bi Zelenskiy û lîderên Ewrûpayê re di rêya telefonê de axifîbû.
Rayedar behsa encama hevdîtina bi Putin re kirine û goya Witkoff ragihandiye ku Putin daxwaza herêmên Ûkraynayê yên bi navên Luhansk, Donetsk û Kırımê kiriye û eger Ûkrayna vêya qebûl bike, wê Putin şer rawestîne.
Eger Zelenkiy vê daxwaza Putin qebûl bike jî li gor destûra Ûkraynayê; heya referandûm çênebe nikarin perçeyekî ji axa Ûkraynayê bidin ti dewletekî.
Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.




