Wezîrên karên derve yê Îran û Misrê li ser rewşa Xezzayê axifîn

Wezîrên karên derve yê Îran û Misrê li ser rewşa Xezzayê axifîn

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan û hemkarê wî yê Misrê Samih Şukri, li ser rewşa Xezzayê, pêşdeçûnên herêmê û têkiliyên duqolî axifîn.

Wezareta karên derve ya Îranê bi awayekî nivîskî ragihand ku wezîr Abdullahiyan ji bo tevlî zîrwa 15em ya Yekîtiya Îslamê bibe, çûye Gambiyayê û li welatê Gambiya li payîtext Banjulê bi wezîrê Misrê Şukrî re hevdîtin kiriye.

Têkiliyên navbera her dû welatan, xwurtkirina têkiliyan, êrîşên Îsraîlê yên ser Xezzayê mijarên ku li ser wan axifîne. Abdullahiyan, rola Misrê ya ji bo rawestandina êrîşên ser Xezzayê bilind nirxand û ji bo alîkarî here Xezzayê ji Misrê destekê xwestiye.

Abdullahiyan, xwestiye ku di mijara olî de danûsitendin di navbera her dû welatan de bibe, girîngiyê didin diyalogê û dixwazin têkilî pêşde here.