Wezîr Hakan Fidan sibê diçe Bexdayê
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan sibê berya ku hilbijartinên parlementoya Iraqê yê di roja 11.11.2025an de çêbinin, diçe Bexdayê. Di seredanê de, wê li ser têkliyên duqolî, li ser proja rêya geşepêdanê, têkoşîna bi terorê re û li ser pirsgirêka avê biaxifin. Ev hemû mijarên stratejîk yên navbera Bexda û Ankara ne.
Fidan, piştî seredana wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Huseyin ku çûbû Ankara, 3 hefte di şûn de diçe Bexdayê. Hakan Fidan wê di asta bilind de bi rayedarên Iraqê re biaxife.
Di seredanê de dibe li ser mijara nûhkirina peymana xetta petrolê ya Kerkûkê û Ceyhanê jî biaxifin û ev mijar berê jî bûbû mijara navbera her dû hukumetan ya Bexda û Ankara.
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.