Yılmaz: “Me gorên Menderes, Zorlu û Polatkan yên Îmraliyê kir ‘Abîde ya Wefayê’”

PeyamaKurd – Wezîrê dadê yê Tirkiyê Yılmaz Tunç ragihand ku gorên Adnan Menderes, Fatin Rüştü Zorlu û Hasan Polatkan yên li Girava Îmraliyê ku 64 sal berê hatibûn îdamkirin, gorên wan kirine ‘Abîda Wefayê’. Wezîr Tunç di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:
“Me gorên şehîdên xwe yên demokrasiyê yên li Îmraliyê kir Abîda Wefayê. Di derba leşkerî ya 27ê Gulanê de di rojên tarî de, dadgehên cûntayê bi biryarên nerewa û bêhûqûqî, biryara îdama rehmetî serokwezîrê me Adnan Menderes û wezîrên me Fatin Rüştü Zorlu û Hasan Polatkan dan û wan îdam kirin. Her sê serpereşt di dilê milletê me de, wekî şehîdên demokrasiyê dijîn.
Berya neqla Gora Abîde ya Îstenbolê ya Topkapı bikin, li dora 30 salî li Girava Îmraliyê definkirî bûn, me wekî wezareta dadgehê deynê xwe yê wefayê bicîh anî û me nûh kir. Em xwe li ber şehîdên xwe yên demokrasiyê bi rêz diçemînin û dubare dikin ku em li îrada milletê û demokrasiyê xwedî dertên. Milletê me yê ezîz, ti carî li ber derbên ku qesda Îradê û demokrasiya milletê dikin, serê xwe dananî û wê daneyne.”
Di derba sala 1960an de derba leşkerî li Tirkiyê çêbû û bi sedan parlementer û wezîr cezayê giran dane wan û 3 kesan îdam kirin: Serokwezîr Adnan Menderes, wezîr Fatin Rüştü Zorlu û Hasan Polatkan.
Dadgehê cezayê giran da parlementerên Kurd yên Partiya Demokratê, li wan îşkjence kirin û wan xistin zîndanan. Serokkomarê wê wextê Celal Bayar ji ber temenê wî mezin bû, ji îdamê rizgar bû û cezayê zîndanê yê heya bi heyayê danê.
Paşî, biryara 3 hezar serpereştên Kurda dan ku wan sirgûnê Kampa Sêwasê bikin lê ew bi 55 kesan hat sînordarkirin. Di nava wan de 8 kes ji malbata Bucak an, ji malbata Şêx Seîd 11 kes, ji malbata Ensariyan 3 kes û gelek Kurdên xwuyane yên serpereşt hebûn.
Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.




