YNKê îtiraz li biryara Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê kir

YNKê îtiraz li biryara Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê kir

PeyamaKurd – Piştî ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijatinan proseya amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ku biryar bû 10ê Hezîranê bê kirin rawestand, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) îtiraz li biryarê kir.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijatinan li ser daxwaza Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî biryara Dadgeha Federal a Iraqê, li ser bazine, hejmara kursiyên parlamentoyê û bazineyên hilbijartinê gilî kiribû û Dadgeha Federal jî ew daxwaz qebûl kiribû.

Piştî wê biryarê jî Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê hemû karên amadekariyên proseya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê rawestand. 

Berdevkê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumane Xelawî got: “Piştî biryara doh a Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê, komîsyonê biryar da ku hemû karên ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê werin rawestandin.”

YNK: Diviyabû îtiraz ji Dadgeha Federal re bê şandin

Li ser wê biryarê Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Ofîsa Hilbijartinan li Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rizgar Hecî Hema ji medya YNKê re ragihand ku wan wek ofîsa hilbijartinan di Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê de îtîraz li dijî biryara Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan kiriye û ew dixwazin hilbijartin di dema hatiye diyarkirin de bên kirin.

Hecî Hema gotiye: “Me îtîraz li desteya cudaxwaz ya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan kiriye, ji ber ku ev mijar di bin desthilata wê de ye, û diviyabû îtîraz ji vir re bihata şandin ne ji Dadgeha Federalî re.”