Zaroka xwe ya 4 salî di xew de fetisand lê dapîr giliyê keça xwe kir

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Kocaeliyê li navça Çayırovayê jina bi navê Muhterem İşbilir (33) ku ji mêrê xwe xwe berdabû û li nexweşxanê tedawiya derûnî dîbû, li mala xwe ya li taxa Cumhuriyetê kurê xwe yê 4 salî yê bi navê Mustafa Hasan Yılmaz di wexta di xew de bû, bi balgîvê fetisand.
Diya Muhterem İşbilir çû seredana keça xwe û dît ku keça wê zarokê xwe yê 4 salî fetisandiye. Dapîr telefonê kir polîs û polîs çû malê diya zarokê Muhterem İşbilir girt.
Piştî bûyerê cenazê zarokê birin Tib a Edlî ya navça Gebzê. Paşî cenazê Mustafa Hasan Yılmaz teslîmê mirovên zarokê kirin û mirovên wî ew li Îstenbolê defin kirin.
Diya zarokê Muhterem İşbilir li baregeha asayîşê piştrast kir ku zarokê xwe fetisandiye, ew şandin dadgehê û dadgehê ew şand zîndanê.
Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.




