PeyamaKurd – Pisporê siyasî û aborî yê Îmaratê Nail al-Cewabrah got, "Herêma Kurdistanê bi lez mezin dibe, ji ber vê yekê em jê re dibêjin 'Dubaiya Biçûk', û ez piştrast im ku ew ê di demek nêzîk de bigihîje heman asta Îmaratê."
Al-Cewabrah ji K24 re axivî û Herêma Kurdistanê wekî "Ewropaya welatên Ereb" bi nav kir.
Aborînasê Îmaratê girîngiya mezin a Herêma Kurdistanê ji bo Îmaratê, nemaze di warê veberhênanê de tekez kir. "Herêma Kurdistanê bi lez mezin dibe, ji ber vê yekê em jê re dibêjin 'Dubaiya Biçûk', û ez piştrast im ku ew ê di demek nêzîk de bigihîje heman asta Îmaratê."
Al-Cewabrah diyar kir ku Îmarat wê di serdema pêş de ji bo pêşxistina sektora bazirganî û aborî gelek hevdîtinan bi Herêma Kurdistanê re li dar bixe. Wî zêde kir, "Hemû bajarên Herêma Kurdistanê ji bo veberhênanê pir girîng in, ji ber vê yekê tiştê ku li Herêma Kurdistanê diqewime xalek werçerxê ye."