Bakirhan: Divê gavên rakirina qeyûman bên avêtin

Dîroka Weşanê :
Bakirhan: Divê gavên rakirina qeyûman bên avêtin

PeyamaKurd- Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Diyarbekirê beşdarî civîna hevserokên şaredariyan bû ku li ÇandAmedê hate lidarxistin.

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê tevlî "Civîna Hevserokên Şaredariyan û Hevserokên Meclisa Giştî ya Bajêr" bûn.

Bakirhan li ser pêvajoya çareseriyê got, “Em ê vî pêvajoyê rast bi rêve bibin, rast birêxistin bikin û bi ser bikevin.”

Bakirhan bertek nîşanî tehlîye nekirine Hevşaredarê berê yê Diyarbekirê Selçûk Mizrakli da ku bi hinceta fikrê wî yê rêxistinî neguheriye û got, “Welatekî gelekî ecêb e. Em ji kîjan alî bimîrîn xerabî û nehiqûqî heye. Ev yek bi dawî nabe. Du roj berê daxwaza berdana bi şert a Selçuk Mizrakli hat redkirin. Hinceta wan ew e ku ‘ji rêxistinê qut nebûye.’

Bakirhan bal kişand ser ku di pêvajoya aştiyê de erkên mezin dikevin ser milê hevserokên şaredariyan û got: “Em têkoşîna demokrasiya xwecihî dimeşînin lewma ev pêvajo ji nêz ve we eleqedar dike. Aştî tê wateya birêvebiriyên xwecihî yên çalak.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê xwest ku qeyûm bi lez bên rakirin û wiha pê de çû: “Heger em dê li Tirkiyeyê behsa demokrasiyê bikin, divê gavên ku qeyûman ji holê radikin bên avêtin. Daxwaza me zelal e, divê şaredarî dîsa radestî îradeya gel bên kirin.”